Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanêks di Kurdistanê de rola xwendingehan dilîzin

18:06 - 30 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Berdewamkirina dersxwandinê di nav kanêksan de li Dêwlanê, ji wan kêşe û arîşeyan e ku ev heyam çend salan e pêşiya dersxwanên vê deverê girtiye.

Nûçegihaniya girêdayî hikûmetê ya bi navê “Tensîm” di raporteke xwe de îşare bi rewşa xwendingehên Dêwlan a girêdayê bajarê Sine kiriye û gotiye ku: Piştî lêpirsîn û bidûreçûna salekê, zarokên vî bajarî niha jî di nav Kanêksan de dersê dixwînin.

Nûçeyên ku hatine belavkirin yên di 28`ê Cozerdana sala borî de, bas ji vê dikin ku, dersxwanên 6 xwendingehên wê bajarî di nav kanêksan de dersa xwe berdewam dikin, û  bi derbazbûna zêdeyî salekî bi ser vê rewşê de û piştî daxwazkiriyên yek li pey yek ji berpirsên rejîmê yên derheq bi çareserkirina pirsgirêkên wiha û herwisa sozên Salih Nadirî, berpirsê  Perwerde û Hînkirinê yê vî bajarî, eva ku wekî çareserî û guherîna vê rewşê hatiye encamdan, tenê veguhastina dersxwenan li kanêksan bo nav avahiyên herifî de ye.

Li gorî amarên belavbûyî, %30 ji xwendingehên Dêwlanê di warê bînasazî de jî tûşî herifînê bûne û hindek ji van jî di avahiyên kirê de bi rê ve dibin; Eva ku di vê rewşê de tê xuyakirin, nebaşbûna fezayê perwerde û hînkirinê di wî bajarî de ye.

Di heyamên borî de jî, Behmen Êrfanî, berpirsê Perwede û Hînkirina  bajarê Merîwanê jî bas ji nebaşbûna fezayê perwerdehiyê di wî bajarî de kiribû û gotibû ku: Ev bajara di warê rewşa perwerdehiyê li Îranê de,li çav nifûsa dersxwanan di rêzbenda 44.mîn de ye û li gorî rewşa perwerdehiyê dawî bajarê Îranê ye.

Herwisa gotiye ku: %44 ji dersxwanên bajarê Merîwanê di xwendingehên ku li ser herifandinê ne, xwendina xwe berdewam dikin, û %36 xwendingehan hewcehî bi nûjenkirinê hene û bi vî halî jî hemû ev xwendingehane, di du danê sibezû û paşnîvro de vekirî ne û mifahê jê werdigrin.

Nebûna fezaya pewerdehiyê, nebûna ewlehî û herifîna xwendingehan, ji nigeraniyên malbatan bo şandina zarokên xwe bo xwendingehên wiha,  û berdewamkirina  dersê ye.