Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanêksên erdhej berketî agir girtin

13:00 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: kanêksên erdhej berketiyên bajarê Serpêla Zehawê rastî agir berbûnê hatin.

Li gorî vidyoyên ku di torên civakî de hatine belavkirin, çend kanêksên erdhej berketî ên bajarê Serpêla Zehaw di agir de dişevitin û xelkê ji bo temirandina agir tu hevcehiyek ji ber dest tuninin ku bikarin agir bitemirîn in, û navendên agir temirandin jî li tu cihekî diyar nakin.

Ew bûyere bi sedema têkçûna elektirîkê bûye û tu ziyaneke canî li pey xwe tunebûye.

Di yek ji vidiyoyan de ku hatiye belavkirin, xelk nerazîbûnên xwe bi soz û qewlên direw ên berpirsên rejîmê re nîşan didin, û di wê xwenîşanê de kesek dibêje, “ewe nêzî Du sale, xelkên erdhejberketî di nav kanêks û xîvetan de dijîn, û herwisa ew kanêksane jî dişevitin û berpirsê jênehatî kîderê ne? û em nizanin!

Pîştî derbasbûna nêzî Du sal bi ser wê bûyera erdhejê li parêzgeha Kirmaşanê ve derbas dibe, tevî soz û qewlên berpirsên rejîmê bo avedankirina deverê ku dabûn, lê heya nihajî 95% xelkên lêqewimî yên wî parêzgehê di nav kanêks û xîvetan de dijîn.

Di demekê de ku hemû xizmetgizarîyên rejîmê, bo welatên Yemen, Sûriye û Felestînê û welatên din ên deverê tê şandin û xelkên hejar ên erdhej berketî ên parêzgeha Kirmaşanê jî, ji avakirina malên xwe ji aliyê rejîma îranê ve bê hêvî mane.