Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kangeha zêr ya “Zerşoran” radestî Spaha Pasdaranê tê kirin

13:24 - 12 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Nûerekî meclisa rejîma Îranê hişdarî daye, ku kêmbûna berhemanîna zêr di vê Kangeha zêr de bizanebûn bûye, û  ev bi armanca firotina Zerşoranê bi nirxeke kêm e.

 “Nadir Qazîpûr” yê bi nav nûnerê bajarê Urmiyê yê di meclisa rejîmê de, di gotûbêja digel nûçegihaniyên navxweyî yên rejîmê bas ji vê kiriye ku, ev dixwazin kangeha zêr ya “Zerşoran”ê radestî “jên”ên baş  (Jênhayê xûb) bikin.

Vî nûnerê meclisa rejîma Îranê îşare bi vê kiriye ku, kêmkirina berhemanîna zêr di vê kangehê de, bi hinceta nerazîbûna gundên derdorê û herwisa girevgirtina kedkarên vê kangehê ye, û herwisa  ev jî hincetek ji bo firotina vê kangehê bi kêmtirîn nirxî.

Hêjayê basê ye ku, asta berhemanîna zêr di kengeha “Zerşoran” a bajarê Tikabê nîve bûye, û birêveberê giştî yê vê karxaneyê di dema bi stûgirtina vê berpirsayetiyê de, tenê şevekê di vê karxaneyê de maye.

Kengeha zêr a “Zerşoran” di 35 km bajarê Tikab ya girêdayî parêzgeha Urmiyê û weke mizintirîn kengeha zêr di Îranê de tê hesabkirin, û birêveberê vê karxaneyê jî, ji kedkarên xeyrî Kurd mifahê werdigire, û her ev jî nerazîbûna xelkê deverê li pey xwe aniye.

Berpirsên rejîma Îranê ji bo talankirina dahat û samana Kurdistanê, di rikeberiyeke nesalim de ne, û hemû hewla wan ev e ku zêdetirîn destkevtên wan di Kurdistanê de hebin.