
Kangehên parêzgeha Urmiyê bi taybet kangehên zêr di wê parêzgehê de ti qazancek bo xelkê parêzgehê nînin û berhemên wan kangehan bo parêzgehên navendî têne şandin.
Di parêzgeha Urmiyê de zêdetir ji 50 curên kangehan hene û kangeha zêr a bajarê Tîkabê li wê parêzgehê tevî dahatek zêde bo rejîma Îranê, ti qazancek bo xelkê parêzgehê nîne û berhemên wan kangehan bi awayê xaw bo parêzgehên navendî yên Îranê têne şandin.
Di vê derheqê de binav nûnerê Tîkab û Sayîn Qelayê, “Hesen Himmetî” gotiye: “Di tevahiya wan salan de, paşkevt û darayiya kengehên wî bajarî bo parêzgehên din bi taybet parêzgehên navendî hatine şandin”.
Herwisa navbirî gotiye: “Heta niha bi dîtingehek timakarane û pawanxwazane çav li kangehên zêr ên Tikabê hatiye kirin, ku kevirên kangehê û zêrên derxistî ji wê kangehê bi awayek xaw bo parêzgehên navendî bêne şandin û qazanca wê bo parêzgehan din be”.
Di kangehên Parêzgeha Urmiyê de bi awayê hewce derfeta kar bo xelkê nehatiye dabînkirin û kêmtir ji %1 a derfeta kar li parêzgehê li xwe girtiye.
Tevî bûdceya kêm û nebûna derfeta kar li parêzgeha Urmiyê, xelk betal mane û dahatek wiha tinînin.
Di vê derheqê de binav Parêzgarê Urmiyê “Mihemedsadiq Mu`itemidiyan” gotiye ku “dahata seraneya xelkê parêzgeha Urmiyê %47 kêmtir ji nêvinciya Îranê ye”.