Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kangehên zêr yên li Îranê dê bikevine destê Çînê

12:31 - 7 Nîsan 2021

Yek ji xalên girêbesta 25 salane ya di navbera Îran û Çînê de, kangehên zêr yên Îranê ne, bi wî awayî tev kangehên Îranê dê li destê Çînê de bin û ji aliyê Çînê ve yê bêne talankirin.

Roja Sêşemî 6ê Nîsanê, Sekreterê Mala Pîşe û Kangehan yê Tehranê, “Şehram Şerîetî” daye zanîn: “Danîna sermaye an mifahwergirtin ji kangehên Îranê wekî kangehîn zêr, beşek ji belgeyên hevkariya 25 salane ya di navbera Îran û Çînê de ye û heyamekî zêde ye ku, Çînî di kangehên Îranê de dixebitin”.

Herwisa navbirî got: “Bi tenê dewlet li beşek ji hûrdekariyên mifahwergirtina Çîniyan li kangehên zêr li Îranê agehdar in”.

Herwisa wî berpirsê rejîmê tevî tekezîkirin li ser nerohnbûna girêbesta 25 salane ya di navbera Îran û çînê de got: “Kangehên Îranê ku paşketeke gelek zêde hene, zêdetir li destê dewletê de ne û em bixazin an nexwazin, hekî girêbestek di beşa teknolojî, firotin û sermayedanînê de hebe, hikûmî ye û beşa taybet ji naveroka wan girêbestan û nûçeyên wan nayêne agehdarkirin”.

Perdepoşkirina bi talanbirîna kangehên xelkê Îranê ji aliyê welatên bîhanî ve, mijareke nû nîne û bi salan e ku rejîma Îranê kangeh, ax û darayiya Îranê difroşe û berpirsên rejîmê hemû hewla xwe bona perdepoşkirina wan talankirinan didin; Masiyên kendavê, nefta Îranê, beşeke deriyay Xezer û çendîn mijarên din ji aliyê rejîmê ve hatine perdepoşkirin.

Pêka amarên rejîma Îranê, paşketa zêr di kangehên Îranê de 250 ton e, lê ew zêr bê ti qazancek bo xelkê Îranê dê bona berjewendiyên siyasî yên rejîmê û geşeya aborî ya welatên din têne bikaranîn.