
Roja Şemî 11`ê Befranbarê beşek ji çalakvanên jîngeh, çiyager û welatiyên bajarê Sineyê, di hewlek jîngehî de kaniya geştiyarî ya “Çîmenê Mîrza Zeman”, li zibil û paşmaveyan paqij kirin û ev çalakiya di roja Yekşemî 12`ê Befranbarê de bi dawî bû.
Ev kaniya di meydana “Heft Aş” û destpêka hûndirbûna bo “Xêrezine” yê hilkeftiye û rolek girîng di dabînkirina ava vexwarin bo welatiyên bajarê Sine de heye.
Kaniya “Çîmenê Mîrza Zeman”’ heyameke zêde ye ku, bi sedema xemsariya berprisên pêwendîdar û rijandina zibil û paşmaveyan, bi taybet paşmayên bînasaziyê, ber bi jinavçûnê ve diçû.
Çalakvanên jîngeh, çiyager û welatiyên beşdar di vê çalakiyê de, gotine: “Me ev kaniya bi armanca dabînkirina ava vexwarina welatiyan paqij kiriye da ku me şiya be parek ji derd û nerhetiyên xelkê yên li derheq bê aviyê kêm bikin”, di dawiyê de jî ji welatiyan daxwaz kirin ku, vê kaniyê bi paqijî biparêzin.
Herwisa gotin: “Me ev çalakiya encam daye da ku berpris û birêveberên bajar, ji wan çalakiyên me waneyan fêr bin”.
Berprisên rejîmê di Rojhilatê Kurdistanê de bi zanebûn rêgiriyê ji welatiyên ku bo çêkirina avahiyan û werzêriyê, kanî û çavkaniyên avê têk didin, nakin.