Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kar û çalakiya teblîxî li herêma Mirgevera Urmiyê

13:44 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endam û alîgirên PDKÎ bi encamdana teblîxatekî berfireh li devera Mirgever, peyman di gel rêbaza Demukrat nû kirin.

Şewa Pêncşemî li ser Înê, Pêşmergên bajar û endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkevta salvegera terora rêberê mezin, Dr. Qasimlo, bi kar û çalakiyekî berfireh, li çendîn cihên herêma Mirgever a girêdayî bi Urmiyê, peyman di gel xwîna rêberê xwe û rêbaza Demukrat nû kirin.

Pêşmergên bajar bi belavkirina postêr û wêne yên rêberê mezin Dr. Qasimlo û tiraktên peywendîdar, her li kuratiya herêma Mirgever ve heya bilindahî û gupka çiya yê BOZÊ SÎNA, li ser Rêka hatin û çuyîna geştiyarane bo Bozê Sîna û Dalamper û Sûle Dûkelê, karê teblîxî encam dan.

Pêşmergên bajar bi danana Axabanî û Çeka Pêşmerge li ber tenişta Postêr û Wêneyên Qasimlo, dane xuyakirin ku ew bona bi rêve birina her erk û biryarekî PDKÎ ji bona berewanî ji Kurd û Kurdistanê, amadene.

Wan Pêşmergên Bajar di Vîdeoyê de gotin: bijî PDKÎ, bijî Pêşmerge, serkeve Rasan, rêka xebata şehîd Dr. Qasimlo, merg û neman bo rejîma Islamiya Îranê û sipaha terorîste Pastaran.