Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kar û çalakiya teblîxiye xebatkarên demokrat bi hilkevta 2 yê Rêbendanê

17:36 - 14 Kanûna Paşîn 2022

Endam û alîgirên PDKÎ li devedevê salvegera 2 yê Rêbendanê 76 emîn salvegera avakirina Komara kurdistanê de, li deverên girêdayî bi bajarê Nexedê de, kar û çalakiya teblîxî encam dan

Xebatkarên çavnetirse demokrat bi belvkirina tirakt û pûstêrên taybet bi 2 yê Rêbendanê, ev çalakî birêve birin.

Ev cihên ku li deverên serbi bajarê Nexedê de ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ ve karê teblîxî tê de hatine kirin ewin: Parka 7 kaniya Nexedê, Gundên Xelîfan, Gergula jorî, Kanî bidax, ser rêka Deşta Qurê û zaf cihên dinê.

Dû yê Rêbendanê yêk ji rojên herî girînge dîroka tevgêra rizgarîxwaze Kurde ku tê de bo cara yekê li dîroka Kurd de, Komara Kurdistanê ji aliyê Hizba Demokrat ve, hate avakirin û wekî istêrkekî herî geş bo Kurdan şewq dida û heya niha jî, gelê Kurd şanaziyê pê dike.