“Zebîhullah Pûrşeyb” karatekarê Îlamê li kêbirkêya cîhanî ya karateyê ya bi navî “Van Lîsbon” a li welatê Pûrtexalê pêleya qehrimanî bi dest ve anî.
“Pûrşeyb” di wê kêbirkêyê de li kêşa 84 kîlo de beşdarî kiribû û di fînalê de diviya digel werzişvanek Japonî kêbirkê kiriba, lê ew werzişvane bi sedema derbedîtin nekarîbû di hember “Zebîhullah” de amade be.
Wî werzişvanê Kurd midala zêr bi dest xist.
“Pûrşeyb” heta niha çendîn qehrimanî bi dest aniye û du caran jî midala bironz bi dest aniye.