Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karbidestên rejîma Îranê îtiraf bi diziya di nav deshilatê de dikin

17:37 - 4 Çirriya pêşîn 2021

Roja Yeşemî rêkevta 11ê Rezberê, “Mihemedriza Muqîmî” yek ji karbidestên leşkerî yê ser bi rejîmê Îranê bas ji zêdebûna 3 qat a diziyê di 6 mehên yekema sala 1400an li dewleta “Reîsî” de kiriye.

“Muqîmî” gotiye di 6 mehên yekema îsal de di warê çêkirina dosiyeyên diziyê ji %62, rêjeya tawanbaran %94 û behaya Riyal ji %333 pêka 6 mehên yekema sala derbasbûyî zêde kiriye.

Wî karbidestê rejîmê gotiye, bertîldan û wergirtin ji %357 pêka  sala derbasbûyî di warê beheya malî ber bi bilindbûnê ve çûye û di warê dosiyesaziyê jî %19 û rêjeya tawanbaran ji %28 zêde bûye.

“Muqîmî” di halekê de bas ji zêdebûna 3 qat a diziyê di deshilatê de dike ku beşek herî zêde ji wan diziyan pêwendî bi dema serokatiya “Xulamriza Muhsênî Êjeyî” Serokê Nû yê Dezgeha Dadweriya rejîmê ve heye û di dema hatina serkar de soz dabû ku dijayetî digel dizî û gendeliyê bike.