Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karbidestên rejîma Îranê nevêrin “Tola dijwar” hildin

17:49 - 30 Çirriya paşîn 2020

Pasdar “Remezan Şerîf” Berdevkê Spaha Pasdaran a terorîst axavtinên “Husên Selamî” ya ku gef xwaribî ku emê dê “tola dijwar” hildin bi direw derxist.

“Selamî” di gotinên xwe de bi tundî gefa tolhildanê li wan kesan xwarbû ku di kuştina “Muhsên Fexrîzade” de dest hebûne.

Piştî wan gefan Berdevkê wê Saziyê di civînekê de digel nûçegehaniya “Tesnîm” a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst de gotiye: “Nûçe û zaniyariyên ku li derheq tolhildan û çawahiya tolhildana xwîna Fexirîzade hatiye belavkirin rast nîne”.

Alîgirên rejîmê piştî kuştina “Muhsên Fexirîzade” daxwaza tolhildanê kirine, lê heta “Xamneyî” rêberê rejîma Îranê tenê gefa cezadana bikerên wê bûyerê xwariyê.

“Mihemed Baqirî” Serokê Stada Giştî ya Spaha Pasdaran a Îranê soz dabû ku “tolhidanek dijwar” çavnhêrê wê bûyerê ye.

Rejîma Îranê gefa tolhidanê dixwe, lê ger bi her awayekî dest bi encamdana her karekê bike digel bertekên welatên din bi taybet Îsraîlê rû bi rû ye.