Karbidest û bi nav nûnerên meclîsa rejîma Îranê nîgeranê rebûn û şoreşa çendîn miliyon lawên bêkar di Îranê de ne û ew hejmara zêde ji lawên bêkar wekî gefek micid li ser xwe dizanin.
Roja Yekşemî 18ê Rezberê binav nûnerê mecilsa rejîma Îranê “Mihemedhusên Asferî” gotiye ku: “Leşkerek ji lawên bêkar di Îranê de hene ku dersxwandine û bawernameyên bilind hene, lê niha bêkar in û ti karek dest wan nakeve û eva xwe cihê nigeraniyê ye, û ew lawên bêkar mezintirîn gef in bo ser welatê me”.
Pêka amarên rejîma Îranê di îsal de 4 miliyon lawên bêkar di Îranê de zêde bûne, lê rêjeya bêkaran gelek zêdetir ji vê amarê ye û bitaybet di wan çend mehên derbasbûyî de ku xwenîşandan û kombûnên nerizayetiyê liderheq nedana heqdest û xirabbûna rewşa kar di tev bajarên Rojhelatê Kurdistan û Îranê de berfirehtir bûne, xwedî kar beşek zêde ji wan kesên nerazî li ser kar derxistin û eva bixwe bûye sedemê zêdebûna bêkaran.
Rejîma Îranê ji kar û kiryarên xwe di wan 4 dehikan de agehdar e û dizane ku çi jiyan û rewşek bo xelkê afirandiye, lewma xelkê mandî wekî gefek metirsîdar bo ser xwe dizane.