Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesata kîmyabarana bajarê Serdeştê

14:27 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Îdrîs Sitwet

Dîroka gelê Kurd tijî ye ji ewraz û nişîw û karesatên mezin, yek ji wan karesatan kîmyabarana bajarê Serdeştê ye.
Ew kîmyabaran ku di encama şerê malwêranker a di navbera Îran û Îraqê de pêk hat û bi sedema vê yekê ku Kurdistan cihek sitratejîk a di navbera her du welatan de bû, xelkê Kurdistanê ji her du parên “ Rojhelat û Başûr” bûne goriyê siyasetên şerxwazane ên her du aliyan û gellek zirarên mezin bi xwe ve dîtin.

Bajarê Serdeştê ku ser bi parêzgeha Urmiyê ye, di roja 7ê pûşpera sala 1366’an(1987) de, ji aliyê hêzên esmanî ên Îraqê bi bombeyên kimyayî ên gaza “Xerdel” ve hat bombebaran kirin û bi vî awayî xemek mezin û giran xistin dilê xelkê Kurdistanê.

Di encama vê bombebarana dije mirovî de, 500 kes ji xelkê sivîl ên vê devere bûne goriyê siyaseta dujminkaraneya her du welatan û canê xwe jidest dan û herweha 8000 hezar kes jî birîndar ketin û niha jî bi destê şûnwarên xirap ên vê bombebaranê ve dinalînin.

Niha jî bandora çeka kîmyayî li ser dever û akinciyên deverê her xûya dike û roj bi rojê serhejmêriya goriyên wê çekê zêdetir dibin.

Serbarê vê zilm û rojreşiya ku anîn serê xelkê Serdeşt û derdorên vê, Komara Îslamî her di despêkê de xincî bê deshelat nîşandan û pêde hilgotinê xelkê, tu kar û xizmetek bo xelkê bajarê Serdeştê encam neda û heya niha jî serbarê hebûna 8000 hezar berketiyên kîmyabaranê , tenê 1400 kes ji wan weke kêmendam hatîne neskirin û para din ku ji 6 hezar û 600 kesan pêk tê, hêj xwediyl tu poyênekê nînin û bigre tevî gellek pirsgirêkên micid ên malî û dermanî jî berbirû ne.

Niha piştî derbazbûna 27 sal bi ser vê bûyerê de, xelkê vê bajarê niha jî çavnihêriya çêkirina nexweşxaneyekê serdemiyane dikin da ku edî bona derman û çareseriyê, emrê mayî bi neçarî di rêya hatin û çûyîna nexweşxaneyên bajarên din derbaz nekin.

Yad û bîranîna vê karesatê hertim di bîra me kurdan de ye, û em hêviya çêbûnê bo berketiyên vê bûyerê dixwazin.