Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kargehên kangeha bin erdî bûne sedema têkçûna jîngeha Baneyê

12:39 - 19 Îlon 2021

Kargehên kangeha bin erdî  ku bi awayek neyasayî mifahê ji kangehên bajarê Baneyê werdigirin, bûne sedema têkçûna jîngeha wî bajarî.

Kargehên kangeha bin erdî ên ser bi rejîmê li bajarê “Bane”yê bi awayekî neyasayî ji kangehên wî bajarî mifahê werdigirin, ku ev kar bûye sedema û gefek mizin bo jinavçûna jîngeha wî bajarî.

Bajarê “Bane”yê xwediyê zêdetir ji 130 hezar hiktar çavkaniyê surûştî ye û daristanên wî bajarî xwedî darên 100 salî ne û ev ji warê xwezayî û aborî ve xwedî girîngiyek zêde ye û têkdana wan çavkaniyan û xirab mifawergirtin ji wan bûye sedema pîsbûna hewa, têkçûna axê û jinavçûna cihê jiyana parek zêde ji canjiberên wê deverê û li ser tenduristiya mirovan jî bandor heye û herwisa li ser aboriyê jî bandorek xirab heye.