
Kargehên xîz bi zêde têkirina xîz li maşînên barhilgir ên mezîn de ku kêşa wan gelek zêde ye, rêyên devera Sîlwanayê têk dane û bi awayek zêde xîzê çemên devera Sîlwanayê hil digirin û eva jî bûye sedema têkdana jîngeha deverê.
Tekçûna rêyan li devera Sîlwana a ser bi bajarê Urmiyê, bi sedema hatin û çûna maşînên mezin ên kargehên xîz ku kêşek gelek zêde hene, bûne sedema çêbûna çalên ser rêyan û eva bûye sedema qewimîna piraniya bûyerên hatinûçûnê û heta niha çendîn kesan di wan bûyeran de canê xwe ji dest dane û hejmarek zêde birîndar bûne û xisarên maliyên gelek zêde bi xelkê kevtine.
Herwisa hilgirtina zêde ya xîz ji kangehên xîz li devera Sîlwana, bûye sedema guherîna rêya avê û cihê lehiyan û tevî xisar bi jîngehê, darayiya deverê jî tê talankirin û ti qazancek bo xelkê deverê tinîne.