Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karîkatorîsta Bokanî di welatê “Croatia” de serkevtin bi dest xwe ve anî

12:21 - 19 Kanûna Paşîn 2021

Karîkatorîsta Bokanî, “Munîre Ehmedî” li festîvala navnetewî ya Karton û Karîkator a sala 2020 li welatê “Croatia” de serkevtin bi dest xwe ve anî û bû bi bijarteyê wê festîvala navnetewî.

Karîkatorîsta temen 27 sal ya bajarê Bokanê, “Munîre Ehmedî”, di festîvala Katron û Karîkator a navnetewî di welatê “Croatia” de, ku li ser mijara vîrûsa Koronayê bi beşdariya 49 welatan û zêdetir li 1 hezar berheman hatibû lidarxistin, beşdarî kir û serkevtin bi dest xwe ve anî.

Di wê festîvalê de, 150 berhem hatine bijartin ku yek li wan berheman ya “Munîre Ehmedî” bû ku berhema wê, di pirtûka wê festîvalê de hate çap û belavkirin.

“Munîre Ehmedî” ku xwediyê birwanameya karnasiya Grafikê ye, îsal 3 berhemên wê di galêriya baştirîn Karton û Karîkatorên Îranê de cih girtin û berhemeke Kartonî ya wê Karîkatorîsta Kurd, li pirtûka festîvala navnetewî ya Karton û Karîkatoran li welatê “Portugal”ê de hate çap kirin.