
Kurdistanmedia: berpirsê encumena sinfî a karkeran ragihandiye ku zêdetir ji 6 milyon karker ku tu bîmeyek tunînin, di kargehên ne yasayî de kar dikin.
“ Hadî Ebewî”, berpirsê encumena sinfî a karkerên Îranê bas ji hindê kir ku piraniya wan karkeran di fêrgeh û kargehên berhem anînan de kar dikin, lê tu bîmeyek tunînin.
Bi gotina navbirî, piraniya wan karkeran ji tirsa ji destdana kar û bêkar manê, an jî ku tu zanînek ser mafê xwe tunînin, ber hindê bidûçonê ser rewşa bîmeya xwe nakin.
Ewa li rewşek deye ku di roja borî de, 13`ê Rezberê, “ Hemîd Hacî Îsma`îlî”, karnasê pêywendiyên kar, hejmara wan karkeran ku bê bîmene, nêzîkî 3 heta 3.5 milyon berawird kiribû.
Rêjîma Îranê ku bavirî bi mafê tu qadeke civakê tunîne, çendîn beranber zêdetir zulmê bi qata zehmetkêş dike û ew qata hêşta di welatê Îranê de, ji aliyê rêjîmê ve, wek êxsîr reftarê pêre tê kirin û ji hemû mafan hatine bêpar kirin.