Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karwanekî kamiyûnên Amerîka di Îraqê de rastî êrîşê hat

17:12 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2020

3 kamiyonên Amerîka di Îraqê de, rastî êrîşa gurûpekî çekdar hatin û hatine teqandinê.

Roja Şemî, 11ê Tîrmehê, gurûpekî nenaskirî, di devera “Elnecme” di nawbera bajarên “Semave” û “Dîwaniyê” de, êrîş kirne ser 3 kamiyonên nefthilgir yên amerîkyê.

Rapor basa wê yekî dikin ku, wan çekdaran, şofêrên wan kamiyonan ku Îraqî bûne, ji kamiyonan anîne xwarê û piştre agir berdane wan kamiyonan.

Çavkanî basa wê yekê dikin ku ew kamiyonên ku rastî wê êrîşê hatine, mijûlê veguhastina alawên locistîkî di navbera bajarên “Semawe” û “Dîwaniyê”  bûne ku bona piştevaniya balyozxaneya Amerîka di bajarê Bexdayê de hatibûna şandin.

Serokwezirê Îraqê,“Mistefa Kazimî” roja Şemî, 11ê Tîrmehê, tekezî kiriye ku, hivîdare ku bikare xelkê Îraqê ji destê bandên terorîstî rizgar bike û wan gurûpên terorîstî bixê bin zêrevaniyê.

Pêka ragihandina hindek ji jêderên Îraqî, ew êrîşa ji aliyê çekdarên girêdayê Spah a Quds çiqa derveye Spaha terorîste Pasdaran ve hatiye kirin û nûçegihaniya “Fox News” ragihandiye ku, “Hizbullah” ew êrîş kêşaye stûyê xwe.