Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karxaneyeke çêkirina belemên rejîmê di bajarê Bûşêhrê de şevitî

13:34 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2020

Di karxaneya çêkirina Lenc an ya “Tengek” a bajarê Bûşêhrê de agirpêketinek mezin qewimî û çendîn belem şevitîn.

Roja Çarşemî, 15ê Tîrmeha 2020 an, Birêveberê giştî yê “Birêvebirina rewşa avirte” di Bûşehrê, “Cehangîr Dêhqanî”, ragihand ku karxaneya belem çêkirinê di taxa “Tengek”ê de, piştî nivro, agir pêket.

Rejîma Îranê bona çêkirina belemên ku mûşekan dikare hilgire ji karxaneyên wiha mifahê werdige û wan bona karên xwe yên şerxwazane bikar tîne.

Agirberbûn bi sazî û binkeyên ku rajîma Îranê bona siyasetên xwe yên şerxwazane bikar tîne, rojbiroj di Îranê de zêde dibin û hegera wan agirpêketinan hêj zelal nebûne û pêka gotinên rejîma Îranê, xemsarî ya pirsgirêkeke asayî dibe sedema wan agirpêketinan û pêka gotina hindek aliyên din jî, wan agirpêketinan bi êrîşên welatên dinê wekî Îsraîl û Amerîkayê ve girê didin.

Pêka hin çavkaniyên ne-fermî, berê ji agirpêketinê, dengê teqînê habûye û pêka vîdyo yên belavbûyê ev agirpêketin bi qasekî berfireh bûye.

Rejîma Îranê cehdê dike ku, di bin sîbera hin agirpêketinan de ku bi xwe sedema wan şevatan e, êrîşên ser navendên xwe yên hestiyar perdepoş bike.