Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karxaneyekî mezine çêkirina Deriyan li bajarê Selmasê bi temamî Agir pêkevt

12:36 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2020

Şewa derbasbûyî Karxaneyekî herî mezine berhemanîna “Deriyan” li bajarê selmasê de Agir pêket û bi temamî şevitî û ji nav çu.

‌Gurî girtina Agir bi qasekê bilez û mezin bû, ku gelek zû hemî Karxane girt, û piştî êvê ku hemî berhem û alavên di nav de bi temamî şevtîn, 4 demjimêran piştî hingê, hêzên hewarêde hatina Agir temirandindinê geheştne livê.

Berhemên Deriyê Dar ku dinava wê Karxanê de bûn, bi temamî şevtîn û agir heya serê sibe zûya şemiyê berdewam bû.

Bajarê Selmasê yêk ji wan bajarane ye ku bi navenda berhemanîna Deriyên Dar di Îranê de tête naskirin.

Nêzî %80 Kirêkarên wî bajarî, mijûlî karê çêkirina Deriyên Dar in.

Di Selmasê de çendîn Karxane û kargehên berhemanîna Deryên Dar hene, û ev Karxana ku şewa derbasbûyî Agir girt û bi temamî şevitî, bi navê Karxana Sehend ku kevtiye ser Riya Tesûcê, Karxana herî mezin bû.

Hewceyî bîranînê ye ku di destpêka îsal ve, di seranserî Îranê de berdewam Agir berdibe her derî û ji bilî jîngeh û daristanan, di nava Bajaran de jî agir berdibe Karxane û navendên berhemanînê û cihên dinê, hemî ev Agir pêkevtinane jî, cihê şik û gumanêne û tête gutin ku Sipaha terorîste pastaran, bi armanca avirte nîşandana welat û mijûl kirina xelkê, wan Agriran bi zanebûn. Çêdike.