Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kavilî

19:27 - 21 Nîsan 2021

Kerîm Perwîzî

Hin desthilatên siyasî hene ku di dema pênasekirinê de, tu dikarî bêjî wekî sîstemeke demokratîk yan jî bêjî nîvedemokratîk in yan bêjî ew sîsteme totalîter e yan tevavxwaz e. Pênasekirina sîstema siyasî ya hakim bi ser welatekê de feraset û çarçêveyeke giştî diafirîne û çavnihêriya te ji wê sîstemê eva ye ku ev pênaseya bo hatî kirin bi kiryareke çavnihêrîkirî kar bike.

Lê bo rejîma Komara Îslamî tu nikarî pênaseyeke wiha bo bikî, çimkî kiryarên wê rejîmê di wan çarçêvan de cih nagrin û di rastî de ger wiha bê pênasekirin, çavnihêriyek bo te tê pêş ku tu wisa dizanî rejîm ew pênaseya ku hatî gotin di wê warê de kar dike, ku çi di rastî de tu cureyeke din dibînî!

Em birohnî bêjin, tu dikarî tenê bo rejîma Komara Îslamî “kavilî” pênase bikî. Çimkî ne tenê li warê siyasî û aborî û civakî de welat kavil kiriye û hem xwedê dezgehên hakim jî bûne kaviliyeke tevav, belkî di kiriyar û gotarên rejîmê de jî kavilî, bi tevav wate ye. 

Behsa herifîna sîstema aborî û siyasiya wê li aliyekê û behsa herifîna wê rejîmê li hember Koronayê aliyek din a meselê ye û xwedê Wezîrê Tendirustî yê rejîmê jî gotibû di hember Koronayê de şikest xwarine. Lê ya ku li hemû demekê rohntir ji ber çav e, rewiş û qonaxên cuda yên demê ne ku tenê tu dikarî jê re bêjî rejîmek kavil!

Kavilbûna wê rejîmê vê demê bi rohnî tê dîyarîkirin ku berpirsê dosiyaya çekên navkî yê wê ku pasdarek bi navê Fexrîzade bû, dikujin û berpirsên rejîmê nizanin çawa kuştin û çi hate qewimîn! Her yek ji wan senaroyekê bas dike û di dawiyê de bêdengiyê jê dikin!

Binkeya Netenzê ku dehan milyard Dolar xercê wê kirine û bi sedema wê dosiyayê sedan milyard Dolar zirara aborî bi welat dane û sedan milyard Dolar ji tehrîman bi sedema binkeyên wekî Netenzê tûş bûye, eva jî di halekê de ye ku di dema teqîn û wêrankirina Netenzê de, berpirsên rejîmê nizanin çi qewimî ye û her yek ji wan tiştekê dibêjin û di dawiyê de jî, navê kesekê tînin û dibêjin wî kesî ew kare kiriye û ji balafirxaneya Îranê ve çûye derveyê Îranê!

Yan Cihgirê Fermandê Spaha Quds a terorîst dimire, Spaha Pasdaran dibêje bi sekinîna dil miriye, berdevkê wan dibêje bi nesaxiya kîmiyayî miriye, kesên wan yên din jî dibêjin bi alxahînî ve şehîd bûye! Heta nizanin fermandê mezin yê terorîstên wan çawa miriye!

Di belavbûna nesaxiya Koronayê de jî, “Weliyê Feqîh” bi vê aliyê bê şermî ve dibêje em vaksena Koronayê ya bîhaniyan nakirin û çend meh piştre Serkomarê rejîmê dibêje, di du hefteyan de divê em du milyon vaksen lêbidin û beşê çendîn salan vaksen jî li derve bikirin! Êdî çîroka dezgeha “Muste`an” a Spaha Pasdaran jî, ku digotin bi firankas û filan vîrûsê di mewdayeke dûr de peyda dike, bila her bimîne, eva jî di halekê de ye ku tev ev axavtinane ti piştîvaneke zanistî nebû û direwke mezin a dîroka zanistê bû!

Tev ew bûyeranane dibêjine me ku kar ji vê yekê derbas bûye da ku nav û pênaseyeke standard, heta peyva dîktatorî û tevavxwazî jî bo wê rejîmê bê bikaranîn, belkî tenê û tenê pênaseya “kavilî” derxerê naverok û herwisa rûmeta rasteqîneya rejîma hakim li Tehranê ye.