Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kavilkariya piştî lehiya sala 1398an a Kuhdeştê her wek xwe maye

12:50 - 13 Hezîran 2022

Piştî derbasbûna heyama çar salan ji lehiya sala 1398an a Kuhdeşta parêzgeha Luristanê, cihên wek pir, rê û ban û xaniyên kavilbûyî heta niha ti karek wisa bo wan deran nahetiye kirin û her wek xwe mane.

Rejîma Îranê bo bajarê Kuhdeştê xizmetguzariyek wisa nekiriye û her wek çawa hevwelatî li sala 98ê di dema rabûna lehiyê de ji hêza kar û alav û sedan tiştên din bê par bibûn û di rewşek krîzî de bûn, her niha jî wisa ye û ji hemû tiştekê hatine bêparkirin.