
Daristanên gundê “Bêzilê” yê ser bi bajarê “Serdeşt”ê ji aliyê kesên dijî zîngehê ve hatine birîn û kargeha Rejîsaziyê di nava daristanê de çêkirine.
Li wê cihê ku kargeha Rejîsaziyê hatiye danîn heta darê ter jî hatine birîn û kirine rejî.
Welatiyan daxwaz kirine bi hevkariya kesên jîngehparêz pêşî ji wan kavilkariyane bigirin.
Hevdem xelkê gotiye ku hin kes hene ku ser bi rejîmê ne û ew zevî û daristanên ku milkê giştî yê xelkê ne dagîr dikin.
Birîn û şewitandina daristanan li Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve bi awayekî sîstmatîk kar bo têkirin.