Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kazim Xerîbabadî: “Me girtiyên duwelatî li Îranê tinînin”

12:30 - 2 Kanûna pêşîn 2021

Sekreterê Stada Mafê Mirovî ya Dezgeha Dad a rejêma Îranê “Kazim Xerîbabadî” gotiye: “Em duwelatîbûnê pêka yasayan bi fermî nas nakin lê bê şik hêsankariyên hewce bo wan hevwelatiyan berçav digrin”.

Sekreterê Stada Mafê Mirovî ya Dezgeha Dad a rejêma Îranê “Kazim Xerîbabadî di kombûneke rojnamevaniyê de tevî înkarkirina hebûna girtiyên duwelatî di girtîgehên Îranê de daye zanîn ku pêka yasayan duwelatîbûnê bi fermî nas nakin.

Gotina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku dosyeya hejmarek ji girtiyên duwelatî ku nasnameya Îranî û nasnameya welatek din wekî Amerîkayê an welatek din hene, yek ji pirsgirêkên welatan digel rejîma Îranê ye.

Rejîma Îranê tevî daxawaza zivirîna xwediyên nasnameya Îranî ji derveyî Îranê bo navxweyê Îranê dike, ji aliyê din ve wan binçav dike û tevî înkarkirina duwelatîbûna wan, wekî alavek bo givaşxistin, bandor li ser welatan, veguherîna girtiyan û wekî barimte û vergirtina poenan bikar tîne.

Di wê derheqê de Cihgirê Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Elî Baqirî” di 5ê meha “December” a sala 2020an li hevdîtina digel balyozê Almaniya li Îranê “Hans Odo Motsêl”gotibû: “zêdetir li 40 kesên duwelatî di girtîgehên Îranê de hene”.