Roja Înê Rêkevta 8`ê Reşemê kêberkêya navdewletî a Kîk Boksîngê di bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de bi beşdariya çendîn werzişvanên li welatên deverê bi rê ve çû.
Di vê Kêberkêyê de werzişvanên welatên “Îraq, Tirkiye û Îran” beşdar bûn.
Saziya “KUBO” birêveberê wê kêberkêyê bû.
Di vê kêberkêyê de endamekî Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê jî beşdarî kiribû.
Emîr Pûya, endamê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê bajarê Urmiyê di vê kêberkêya navdewletî de beşdarî kir û serkevtin bi dest xwe ve anî.
Navbirî li kêşa 80 KG de di vê kêberkêyê de beşdarî kiribû.
Navbirî heya niha serhev li 18 kêberkêyan de li asta Kurdistan, Îranê û cîhanê de beşdarî kiriye û li tev wan kêberkêyan de serkevtin bi dest xwe ve aniye.
Emîr sala 1377`an li Gundê “Miwane” yê ser bi bajarê Urmiyê ji dayîk bûye.
Di vê kêberkêyê de çendîn werzişvan li Îran û Îraqê, digel rikaberên xwe kêberkê encam dan.
Her di vê kêberkêyê de werzişvanekî Ereb bi sedema siyaseta faşîsta xwe digel beramberê xwe ku werzişvanekî Kurd bû kêberkê nekir.