Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçeka Dersimî bû Wezîra Aboriya welatê Holendê

13:32 - 5 Hezîran 2021

Dîlan Yêşîlgoz, xelkê Dersimê ku nişteciyê welatê Holendê ye, wekî Wezîra Aborî û Darişrtina Siyaseta Herêmî ya welatê Holendê hate hilbijartin.

Serketina Kurdan li warê siyasî li cîhanê de bi taybet li welatên Ewropayê de berfirehtir bûye û serketinên wiha didin xuya ku li meydanên demokratîk de kurd dikarin şiyan û hêza birêveberiya xwe nîşan bidin, û rejimên dagîrkerên Kurdistanê bi serkut, qirkirin, îdamkirin û rênedan û pêşîgirtin ji Kurdan nekarîne şiyana kurd bişkênin û Kurdan li meydanên derveyî herêmên dagîrkirî de jî şiyan û zindîbûna Kurd nîşan dane.

Dîlan Yêşîlgoz yek ji wan jinên Kurd e ku nîşan daye jina Kurd şiyan û hêjatiya birêvebirina her erkekî heye û dikare her core berpirsiyaretiyke demokratîk li stuyê xwe bigre.

Li çendîn welatên Ewropayê de Kurdan karîne pileyên herî bilind li partiyên sereke bi dest xwe ve bîbin û bi şiyan ê hêjatiya xwe bi baştirîn awa karê xwe bi rê ve birine û beşdarê birêvebirina welatên Ewropayê ne.

Dîlan Yêşîlgoz a xelkê Dersîm li Bakûrê Kurdistanê yek ji wan kesatiyên serketî li warê siyasî de ye.