Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçeke Kurd bo festîvala Bêrlînê hate gazîkrin

16:28 - 6 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Keçeke Hunermend xelkê Kurdistana Rojhilat, wek yek ji hunermendên xwedîşiyan, bo festîvala Bêrlînê li sala 2019`an hate gazîkirin.

Keçeke filîmsaz a Kurd, bi navê “Şîlan Se`dî” xelkê bajarê Mehabadê li Kurdistana Rojhilat, wek yek ji hunermendên xwedîşiyan, bo festîvala Bêrlînê di sala 2019`an de hate hilbijartin.

Ew filîmsaza Kurd, di qisên xwe de bas ji wê kir, bo wê festîvalê ku hunermendên xwedîşiyan têne gazîkirin, yek ji girîngtirîn rûdawên sînemaya cîhanê ye, di wê festîvalê de her sal 250 kes  ji aliyê heyeta diyarîkirî ve, wê bêne hilbijartin.

Vê festîvalê 3400 xwaziyar hebûne, û li 130 welatên cîhanê têde beşdarî dikin, ku ew keça filîmsaza kurd, wek yek ji beşdarbûyiyan, bo wê festîvalê hatiye gazîkirin.

Se`dî derheq filîma çêkiriya xwe bas ji wê kiriye, ew filîma bas ji jiyana tejî  evraz û nişîv a 7 keçên Êzêdî dike, ku piştî êrîşa DA`ÎŞ li kempa penaberan li bajarê Diyarbekra Tirkiyê akincî dibin.

Festîvala filîma Bêrlîn an Berlînane, yek ji binirxtirîn û kevntirîn festîvalên sînemayî di cîhan û Ewrupayê ye, ku hemû salek li Berlînê bi rê ve diçe.

Ew festîvala bo yekem car, li sala 1952`an de, bi nîşandana filîma “Rêbka” derhênerê filîmê “Alfrêd Hîçkak” dest bi karên xwe kir.