Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçeke Kurd pila yekem a cîhanî a “ Mua tay”ê bi destxist

12:36 - 9 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Keçeke Kurd a xelkê Xurasanê, li kêbirkê a Cîhanî a “ Mua Tay” yê de, di welatê Tirkiyê de, pila yekem û xelata “ Zêr” bi destxist.

Roja Yekşemî, 14`ê Rezberê, “ Sîma Nîknam”, a xelkê bajarê “ Qûçan”ê, di kêbirkêya Cîhanî a “ Mua Tay” ku di welatê Tirkiyê de bi rêwe çu, xelata “ Zêr” bi dest ve anî.

Wê werzişwana Kurd bi xercê xwe ku bi  beşdrî kirina di kêbirkêyan peyda kiribû li wê kêberkêyê de beşdarî kiribû.

Roja Sêşemî, xelkê bajarê Qûçanê bi rêûresmekê de, hevdem bi wegeryana wê Keça Kurd bo Bajarê  xwe, bi boneya  bi dest anîna şanazî bo gelê Kurd ser asta Cîhanê de rêz jê qirtin û spasiya vê kirin.