Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçekî Kurd li Biljîlkayê xelateke girîng a rojnamevanî bidest xist

11:52 - 14 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Keçekî Kurd li welatê Biljîkayê, xelata “Bêlgodîsê” taybet li warê rojnamevanî bidest xist ku, hersal di ser rojnamevanan de tê parvekirin.

“Rojîn Ferho” xelka bajarê Mardîn a Bakûrê Kurdistanê ye, bi sedema amadekirina fîlmeke dîkomêntarî ya televîziyonî, ji warê Jîngevê ve xelata “Bêlgodîsê” bi dest xist.

Xelata “Bêlgodîsê” ku xelateke salaneye ku ji aliyê “Filîpî Duhem”, paşayê Biljîk û herdu kanalên televîziyonî “VRT û RTBF” ve bi wan rojnamevanên ku baştirîn dîkomêntarê televîziyonî amade dikin tê bexşîn.

Rojîn Ferho daye zanîn ku, qonaxa dawî a rojnamevanî di Zanîngeha Îrasmose li Biroksêlê dixwîne û hevdem jî wekî rojnamevan ji bo herdu kanalên “VRT û RTBF”ê kar dike.

Rojîn Ferho li bajarê Biruksêl a welatê Biljîkayê ji dayîk bûye, lê Dayîk û bavê wê xelkê bajarê Mardîna a Bakûrê Kurdistanê ne.