
Kurdistanmedia: Navenda amarê ya rejîma Îslamî a Îranê, dahata malbatên bajêr di sala 1396`an de 3 milyon û 51 hezar Tûmen ragehandibû, û dahata %90 ji kedkaran di Îranê de, kêmtir ji 3 milyon Tûmenî texmîn kiriye.
Li gorî raporta Navenda Amar, xercê her malbateke bajêr di heyama sala borî de aliyê kêm sê hember kêmtir ji heqdestê bûye, vê navenda amarê dahata her mehekê ya kedkaran di heyama sala 1396`an de 3 milyon û 664 hezar Tûmen texmîn lêdabû.
Elî Xudayî endamê Şêvra Bilind ya Kar gotiye ku, dahata her mehê ya %90 ji kedkaran di Îranê de, kêmtir ji 3 milyon Tûmenî ye.
Herwisa Rehmetûllah Pûrmûsa, çalakvanê kedkariyê di 29`ê Rezberê de, dabû xuyakirin ku, %95 ji kedkaran di Îranê de, bi girêbestên demkî kar dikin, û kêmtirîn heqdestê werdigirin.
Xudayî endamê Şêvra Bilind a Kar, gotiye ku, nîqaşên ku hatine encamdan, vê yekê rastiyê nîşan didin ku, şiyana kirîna hewcehiyên jiyanê ji aliyê kedkaran li Pûşpera îsal de li çav sala borî, %48.2 kêm kiriye, û bi zêdekirina %19.5 ji heqdestê nekariye bersiva zêdebûna xercê jiyana kedkaran di Îranê de bide.
Navbirî daye eşkerekirin ku, heqdestê kedkarên serperestê malbatan, tenê yek li ser sê ji xerca her mehê ya malbatên kedkaran di Îranê de dabîn dike.
Li gorî raporta Saziya Dabînkirina Civakê, dehata zêdeyî %80 ji kedkaran di Îranê de kêmtir ji Yek milyon û 400 hezar Tûmenî ye, û %90 ji kedkaran dahata kêmtir ji 3 milyon Tûmenî hene.
Niha rewşa dahata jiyana kedkaran di Îranê de, bi awayekî ye ku, meclisa şêvra Îslamî neçar bûye wekî demên destpêka şoreşê, qupîna li ser xelkê de parve bike.