Kedkar di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi mûçeya salaneya 5 heta 7 milyon Tumen, li jêr hêla hejariya tevaw de ne û di rewşek dijwar de dijîn.
Pêka amarên belavbûyî yên nefermî, 42 milyon kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin hêla hejariyê de ne û pêka standardên cîhanî, her kesek di rojê de kêmtir ji 2.19 Dolar mûçe hebe, li jêr hêla hejariya tevaw de ye bi wê pêkê, kerdkar di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi mûçeya salaneya 5 heta 7 milyon Tumenî, li jêr hêla hejariya tevaw de ne.
Kedkar li her mehê, kêmtir ji milyonek û 700 hezar Tumenî dahat hene û rojane dahata wan 57 hezar Tumen e anku kêmtir ji 1.9 dolar dahat hene ku pêka standarda cîhanî li jêr hejariya tevaw de ye.
Berpirsên rejîma Îranê û karbidestên payebilind ên rejîma Îranê ji rêberê Oliyê rejîm û Serkomaran ve heta wezîrên kabîneyên rejîmê, di wan dehikên dawiyê de bi 10an caran soza dabînkirina jiyanek bi rûmet bo kedkaran dane lê heta niha bi tevawî bi çewt derkevtine û tevî ku rewşa jiyana kedkaran baştir nebûye, belku roj bi roj jiyana wan xirabtir û dijwartir bûye.