
Kedkarê liserkarderxistî yê kompaniya “Nêyşêker a Heft Tepe” bi sedema hejarî, bandora hundirîn û bêkariyê, bona nîşandana nerizayetiya xwe li hember xemsariya berpirsên kompaniyê xwe kuşt.
Roja Şemî 12ê Kanûna Pêşîn, Kedkarê liserkarderxistî yê xelkê gundê “Hur” li parêzgeha Xuzistanê yê bi navê “Riza Elkesîr” bi sedema destengî û guhnedana berpirsan bi pirsgirêkên wî û li ser kar derxistina wî li kompaniya “Heft Tepe” bona nîşandana nerizayetiya xwe li rewşa heyî, xwe kuşt.
“Riza Elkesîrî” li nû de bo xwe jin xwastibû û 2 xwîşkên wî yên seqet hene, navbirî bi caran serdana berpirsên kompaniya “Heft Tepe” kiribû û pirsgirêk û rewşa jiyana xwe bo wan rohn kiribû, lê berpirsên wê kompaniyê yên wekî “Amulî û Esedbêygî” guh pênedabûn û razî nebûn ku dubare kar pê bidin, lewma “Riza Elkesîrî” bo nîşandana nerizayetiyê, xwe kuşt.
Pirsgirêkên kedkar, werzêr û tev qatên hejar li Îranê ji aliyê berpirsên kompaniya û navendan ve nayêne berçavgirtin û bi awayekî rewşa jiyan û pirsgirêkên xelkê bo berpirsan ti girîngiyek tinîne.
Kompaniya “Heft Tepe” yek ji wan kompaniyên girêdayê rejîma Îranê ye ku zêdetir ji 10 sal e kedkarên wê kompaniyê xwenîşandanên nerizayetî li dijî gendelî, neşiyan, dizî û bikêrnehatina berpirsên kompaniyê bi rê ve dibin û rejîma Îranê tim ji berpirsên wê kompaniyê piştevanî kiriye û mafê kedkaran tim têne binpêkirin.