Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Kurd bi sedema xemsariya pêrsonêlên nexweşxaneya bajarê Sine mir

15:14 - 2 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Karkerekî Kurd di dema karkirinê de bi sedema eliktirîk girtinê birîndar bû, piştî veguhsatin bo nexweşxana Bêset a bajarê Sine, canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistanmedia, kedkarekî Kurd xelkê gundê Niyer a ser bi bajarê Sine bi navê Elî Mînberî kurê Ferec û rûniştiyê taxa Zagros, roja Çerşemî bervara 30’ê Tîrmeha 2014’an, bi sedema qezaya kar birîndar bû û piştî veguhastin bo nexweşxana Bêset a bajarê Sine, canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî hayîdar bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehand: Elî Mînberî piştî eliktirîk girtinên birîndar bibû û bo nexweşxana Bêset a bajarê Sine hat veguhastin, lê seba xemsaria pêrsonêl û nebûna pizîş di nexweşxana Bêset de, canê xwe ji dest da.

Navbirî xwedî xêzandar û rûniştiyê bajarê Sine bû.