Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Kurd hate kuştin

17:16 - 2 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li paytexta Tehranê de kedkarekî Kurd bi derbên kêrê hate kuştin.

Li gorî raporan, roja Înê 1`ê Adarê, Kedkarê Kurd, yê bi navê Elî Muradî, xelkê bajarê Kamyaranê, li Tehrana paytext, bi derbeyên kêrê hate kuştin.

Li gorî agahiyan, wî kedkarê Kurd ku ji xwedî karê xwe daxwaza heqdest kiribû, ji ber nedana heqdest,  dinavbera van de şer derdikeve, û xwedîkar bi derbeyên kêrê wî kedkarê Kurd dikûje.

Herwisa hat zanîn Elî Muradî xelkê gundê Xamsan ya girêdayî bajarê Kamyaranê, a ser bi parêzgeha Sine ye.

Bi sebeba nebûna derfetên kar û nebûna karxaneyên Pîşeyî di bajarên Kurdistan û herwisa sermayegizarînekirina,  dewletê di wan bajaran de, bûye sedem ku xelkê hejar û desteng bo dabînkirina hewcehiyên jiyanê, û bo bidestveanîna pere û kar, koçî bajarên din dikin.

 Herwisa hevwelatiyên Kurd, bi sedema nebûna kar û bilindbûna bê sînor ya nirxan û bo dabînkirina pêdaviyên jiyanê, destbi karê metirsîdar wekî kolberiyê didin û her di vê pêwendiyê de jî, rojane ciwanên Kurd li ser sînoran rastî gullereşandên rasterast yê hêzên leşkerî yên rejîmê dibin û canê xwe ji dest didin.