Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên bajarvaniya Pîranşarê 5 meh e heqdestên xwe vernegirtine

11:07 - 2 Kanûna Paşîn 2022

Kedkarên bajarvaniya Pîranşarê bi sedema nedana heqdestên wan yên 5 mehan ji aliyê bajarvaniyê ve rastî pirsgirêkan hatine û daxwaz ji bajarvanî û Şêwraya bajar kirine ku sozên xwe bi cih bînin.

Pêka nûçeyên belavbûyî yên bajarê Pîranşarê, heqdesta 5 mehan ya kedkarên bajarvaniyê bi wan re nehatiye dan û kedkaran gotine ku her rojê bi hêcetekê heqedestên wan ên paşkevtî bi wan re nadin û her salê bi hêceta vê yekê ku hisaba bajarvaniyê dayxistî ye, heqdestên kedkaran radigrin û bi wan re nadin.

Kedkarên bajarvaniya Pêranşarê gotine ku nikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin û tevahiya wan kedkaran qerdarê dikanan û nanvaxaneyan in.

Herwisa wan kedkaran daxaz ji bajarvanî û Şêwraya bajar kirine ku sozên xwe bi cih bînin.

Berpirsên rejîmê Îramê, bi taybet di beşên xizmetkariyên wekî bajarvaniyan de, jiyana kedkaran ku hejartirîn qata civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne jiyana xelkê berçav nagirîn û ti girîngiyek bi pirsgirêkên kedkaran nadin.