
Kedkarên Rojhilat û Îranê di rewşke xirab dene ne heqdestên wan tê danê ne jî têne bîme kirin û ti kes jî dengê wan nabihîse.
Pêka çavkaniyên xwecehî kedkarên bajarvaniya bajarê Pîranşarê heyam 5 mehan e heqdestên xwe wernegirtine.
Di Îranê de nêzî 7 Miliyon kedkarên fermî nehatine bîmekirin û ji mafê bîmeyê bêpar in.
“Mihemed Şerîetmedarî” Wezîrê Hevkarê Kar û Xweşbijîwiya Civakî di civînekê de basa amarek nû kiriye û gotiye “Pêka amarên fermî zêdetir ji 7 miliyon kedkaran di Îranê de nehatine bîmekirin û ti bîmeyek fermî nîne”.
Hatiye gotin ku di îsal de tenê di parêzgeha Tehranê de 150 hezar kedkarên avahîsaziyê hatine bêkarkirin û 1 miliyon û 200 hezar kedkarên din jî di Îranê de digel bêkariyê rû bi rû ne, di vê halê de ti piştevaniyek ji aliyê rejîmê ve ji wan nayê kirin.