Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên bînasazî di dorpêça Korona û bêkariyê de ne

12:05 - 1 Kanûna pêşîn 2020

Belavbûna vîrûsa Koronayê û îflasa aborî ya rejîma Îranê, bêkariyekî berfireh bo kedkarên bînasaziyê afirandiye û nebûna bîmeya bêkarî û alîkariyên hikûmetî, zêdetir ji 1 milyon û 200 hezar kedkarên bînasazî û malbatên wan rastî bagera bêkarî, hejarî û birsîtî û nexweşiyan hatine.

Roja Duşemî 30ê Çirriya Paşîn, Serokê Encumena Sendîkaya Kedkarên Bînasazî li parêzgeha “Hemedan”ê, Rehîm Cavîdan” gotiye ku: “Dewlet ne tenê ti alîkariyeke nexdî an corên din bi kedkaran re nade, belkî her ew kedkar jî bîmeya bêkarî û qerebûya heyamên pêketin bi nexweşiyan jî bêpar in û hekî kedkarek rastî nexwşiyê bibe û mehekê bikeve malê, ti qerebûyekê jê re nadin”.

Navbîrî herwisa got: “Niha nêzî bi tewaw kedkarên bînasaziyê bêkar in”.

Rewşa kedkaran bi astekî dijwar e ku 2 heftî berî niha, kedkarekî bînasaziyê ku nekarîbû xercê dermanê dayîka xwe û herwisa hevjîna xwe dabîn bike, di hember bînaya “Encumena Kedkarên Bînasazî” li bajarê Kirmaşanê de, agir berda cesteyê xwe û piştî çend demjimêran canê xwe ji dest dabû.

Berpirsên sendîkayên kedkarên bînasaziyê dane xuya ku rewş bo kedkarên bînasazî ji ya heyî dê hêj dijwartir bibe.

Berpirsên rejîma Îranê ti bername û rêçareyek heta bona dabînkirina “hewcehiyên serekî ya jiyana mirovî” bo kedkaran tinînin û bi tewawî pirsgirêk û hewcehiyên wan yên hestiyar jî piştguh avêtine û ti girîngiyekê pêre nadin.