
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia” yê, kedkarên kompaniya Sîman a Bokanê bi sedema paşkevtina mûçeyên xwe, du roj e ku dest awêtine girêvê û naçine ser kar.
Karbidestên vê kompaniyê hêcet ji kedkarên Kurd girtine û di hewlê de ne ku kedkarên Tirk ji bajarê Tewrêzê û parêzgehên din bo karkirin li vê kompaniyê bînin.
Avakirina kompaniya Sîman a Bokanê li sala 1385an a Rojî dest pêkiribû û piştî 5 salan gihîşte qonaxa berhemanînê û bi şêwaza rasterast 500 kedkar tê de mijûlê kar in.
Di vê kompaniyê de 4 hezar kes bi şêwaza nerasterast di beşên cuda yên kompaniya Sîman a Bokanê de mijûlê kar in.