Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên nanivaxanên Sine li ber deriyê fermandariya wî bajarî narizayetiya xwe îlan kirin

22:18 - 10 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Pitir ji 100 karkerên nanivaxanên bajarê Sine seba zêdenekirina heqê wan di sê salên derbasbûyî de, bo cara sêyem narizayetiya xwe ragihandin.
Nûçegihandiya Îlna eagihand, karbidestên rejîma Îranê di destpêka meha Cozerdanê erêna zêdekirina heqdestiya kedkarên nanivaxanên bajarê Sine dabû lê paş 20 rojan heqê kedkaran zêde nekiriye.
Yedulla Semedî di wê pêwendiyê de got: Kedkarên narazî li ber deriyê deftera encumena Sinfî a karkarên nanivaxanên Sine û derdora wî heta ber deriyê fermandariyê meşek pêk anîn.
Paş wê meşa narazîbûnê fermandarî paş çendîn demijmêr bi naçarî li gel 6 kes ji nûnerên kedkaran civiyan û qirare daxwaza karkeran roja Şemiyê bê cibicî kirin.