
Girêva nerizayetiya kedkarên şirketa “Nêyşeker a Heft Tepe”, di pêncemîn roja xwe de her berdewam e û kedkar li ser daxwazên xwe micidin.
Roja Înê, 19`ê Hezîranê, kedkarên şirketa “Nêyşeker a Heft Tepe” girêva xwe ya nerizayetiyê bo roja pêncimîn lidar xistin û careke din daxwazên xwe dubare kirin. Di wê girêvê de. Kedkarên hemû pişkên wê şirketê wekî, “Werzêrî, kompaniyayî, avahî, emraz û mikanîkî, îdarî” û pişkên din yên wê şirketê, di mangirtinê de pişikdarin û li ser daxwazên xwe micidin.
Kedkarên şirketa “Nêyşiker a Heft Tepe”, tevî daxwaza wergirtina heqdestên xwe ya paşketî û nûkirina defterçeya dermanî û xizmetkariyê, daxwaza zivirîna 4 hevkarên jî dikin.
Herwisa kedkarên wê şirketê daxwaz dikin ku pişka taybet ya wê şirketê, bê daxistin û destê xwediyên gendel û diz yên wê pişkê bê qutkirin.
Qata kedkar di Îranê de, di bin asta hejariyê de dijî û nedana heqdestê wan ya mehane, bi wateya birsîmana wan û malbatên wan e, berpirsên gendel, bi gendeliya xwe jiyana wan hejaran dijwartir dikin.