Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên Nêyşeker a Heftepe di 21.mîn roja gireva xwe de ne

12:39 - 26 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kedkarên karxaneya Nêyşiker a Heftepe, di 21.mîn roja gireva xwe de, li ser şeqamên bajarê Şûşê berdewam dikin, û siloganên wekî “Kedkarê hepsî dibe bêne azadkirin, qîriyan.

Di xwenîşandanên berê yên kedkarên kompaniya Nêyşker a heftepe de, hejmarek ji kekdarên xwenîşander hatibûne destbiserkirin, û piştre hindek hatin azadkirin,  lê kedkarê bi navê Baxşî û Spîde Qelyan çalakvana medenî  û hin kedkarên din, heya niha jî hepsî ne.

Herwisa derheq desteserkirina  berdewam a kedkarên Nêyşiker a Heftepe de, “Heather Nauert” Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê  li ser rûpela “twitter”a xwe nivîsiye ku,  “Xamineyî îdi`a dike ku li tu cihê cîhanê de wekî Îranê demokrasiya rasteqîne nîne”, û  herwisa navbirî got ku, di demokrasiyên  rasteqîne de,  kedkarên ku ji bo  maf û heqdestê xwe  dest bi nerazîbûnên aştîxwazane dikin, nayên destbiserkirin.

Di heyama sala borî de, di bajarên cuda yên Îranê kedkarên karxaneyên wekî “Girûpa Pola ya bajarê Ehwazê, kedkarên karxaneya Rûnê Nebatî a cîhan, û herwisa mamostayên xwendingehan, û karmandên nexweşxaneya Xomêynî a Tehranê û … hwd, bi sebeba wernegirtina heqdestê xwe dest avêtibûne girevê.

Her di vê pêwendiyê de jî, hêzên rejîmê bi awayekî berdewam kedkarên nerazî destbiserkin û van bi tometên wekî têkdana ewlehiyê û tûjkirina  hevwelatiyan tawanbar dikin, û cezayê hepsê û derbên qamçî û heta gefa bidarvekirinê li wan dixwen.