Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên palavtingeha Abadanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin

17:10 - 26 Kanûna Paşîn 2021

Kedkarên palavtingeha nefta bajarê Abadanê li ser guhnedana berpirsan û xemsariya wan li derheq pirsgirêkan û herwisa nebûna ewlehiya kar kombûna nerizayetiyê lidar xistin

Kedkarên palavtingeha nefta bajarê Abadanê, li ser rewşa kar û çaresernekirina pirsgirêkên wan ji aliyê berpirsên wê palavtingehê ve, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û pêka gotinên wan, nedana heqdestan, cudatîdanîn ji aliyê berpirsên palavtingehê ve û nebûna ewlehiya kar ew rastî pirsgirêkan anîne.

Kedkarekî wê palavtingehê daye zanîn ku di mehê de, hin caran 12 rojan an 18 rojan an roj ne rojekê diçin ser kar lê, heqdestê wan rojan ku li ser kar nînin bi wan re nadin û herwisa kedkarekî din daye zanîn ku ti ewlehiyeke kar tinînin û ragihandiye ku kedkar bê pişt û penah in.

Herwisa kedkarekî dinê jî ragihandiye: “Ji 300 kedkarên wê palavtingehê, bi tenê 150 kesan re kar didin û 150 kesên din bê kar mane û berpirsên palavtingehê di navbera kedkaran de cudatiyan datînin.

Herwisa kedkaran dane zanîn ku xemsariya berpirsan û girîngnebûna pirsgirêkên wan bo perirsên palavtingehê ew rastî pirsgirêkên micid kirine û daxwaz dikin ku pirsgirêkên wan çareser bibin.