Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên şaredariya bajarê Rewanserê sê mehe heqdest vernegirtine

12:14 - 28 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Kedkarên şaredariya bajarê Rewanserê ku di rewşekî nebaş de jiyanê dikin, heyama sê mehe ku heqdest bi wan re nehatiye danê û eve jî zaf arîşe bo wan çêkiriye.

Di vê rewşa nebaş de ku bi sedema siyasetên rejîma Îslamî a Îranê bi serê xelkê Îranê û nemaze Kurdistanê de hatiye sepandin, û roj bi roj jiyana xelkê zehmetir dibe, û ti giringiyek bi rewşa kedkaran re nahête dan.

Di vê pêwendiyê de, 103 kedkar ên şaredara Rewanserê, piştî derbasbûna sê mehan, heya niha çi heqdestek vernegirtine.

Ew kedkaranane berdewam ji aliyê berpirsên wî navendê ve sozên direw bi wan re tête danê.

Bê kifayetî û neberpirsayetiya berpirsên şaredaran wisa kiriye, ku niha û pêde ji piraniya şaredarên Îranê, bi taybet li bajarên Kurdistanê, heqdestê kedkaran nahê dan û ti çavedêriyek jî bi ser wî arîşeyê de nahê kirin.

Arîşe û kirîz li şaredarên rejîmê di Kurdistanê de, roj bi roj zêdetir dibe û kedkarên wî navendê jî, zêdetir ji hemû carî mafên wan tê binpêkirin.

Herwiha gelek arîşeyên cuda ji birêveberiya rejîmê di şaredaran de xelk bêzar kirine.