Bi sedema avakirina padiganeke Spaha Pasdaran a terorîst li wê kela dîrokî li parêzgeha Luristanê, navê wê şûnwara kevnar li lîstê şûnwarên dîrokî yên cîhanê de nayê tomarkirin û Spaha Pasdaran jî bona derketin ji wê kelê daxwaza perê zêdetir dike.
Bi nav naûnerê meclîsa rejîma Îranê yê bajarên “Xurrem Abad û Çiginî”, “Mêhrdad Wêyskeremî”, tevî îşarekirin bi girîngiya wê kela dîrokî bo xelkê Lurstanê ragihand: “Dibe derdorên kela Felekul Eflak bê valakirin ku bikarin di lîstê şûnwarên dîrokî yên cîhanê de tomar bikin”.
Herwisa navbrî îşare kir ku padigana Spaha Pasdaran hêj di wê kelê de maye û Spaha Pasdaran daxwaza perê zêde dike ku wê kelê bi cih bêhle.
Pêka livehhatina sala 1396an a parêzgariya Luristanê û Spaha Pasdaran, 60 milyard Tumen bi awayê qistî bi Spaha Pasdartan a terorîst re hatiye dan lê, Spaha Pasdaran hêcetan digre û bêşermane daxwaza 200 milyard Tumen dike û dibêje bo avakirina padiganeke din, me hewcehî bi perê zêdetir heye.
Talankirin û dagîrkirina şûnwarên dîrokî yên netewên din ji aliyê rejîma dagîrker ve, yek ji karên sîstematîk yê wê rejîmê ye ku hem wan şûnwaran diherîfîne û hem jî berhemên dîrokî yên wan şûnwaran didize.