
“Kelly Craft” Balyoza Amerîkî li Saziya Navnetewî got: “Îran hikûmetên lawaz û hêzên girêdayê xwe bo lawazkirina ewlehiya cîranên xwe bikar tîne da ku aramiya têk bide”.
Herwisa “Kelly Craft” dibêje, Îran bi mifahwergirtin li hukûmetên lawaz an girûpên xeyre hikûmetî yên mîna hêzên girêdayê xwe, aramiya welatên cîran lawaz dike û bi wî karî di gengeşeyên demdirêj û krîzên tevlîhev yên mirovî de beşdarî dike”.
Balyoza Amerîka li Saziya Navnetewî daxwaz kiriye ku alîkarê hikûmetên lawaz bin daku aramiya navxweyî a wan kêm be.
Rejîma Îranê bi mudaxilekirin di nav karûbarê welatên wekî, Sûriye, Îraq, Lubnan, û gelek welatên din ên deverê, hem aramiya deverê têk daye, û hem jî bi piştevanîkirin ji girûpên terorîst ewlehiya wan welatan jî nehêlaye.