Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kemal Borkay peyameke hevxemiyê ji Mistefa Hicrî re şand

12:37 - 13 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Kemal Borkay siyasetvanê naskirî ê Bakura Kurdistanê peyameke hevxemiyê ji Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî re şand

Deqa peyama wî ya hevxemiyê weha ye:

Birêz Mistefa Hicrî

Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ

Ez gellek xemgîn û bi dilêş im ji bo êrîşa hovane ya rejîma Îranê ya kevneperest û zordest li dijî hizba we li bajarê Koyê li Kurdistana Başûr û li dewerên dinê, ku li gor agahiyan ji heval û hevçeperên we gellek şehîd û birîndar hene.

Şik tune, berpirsyarên vê rejîmê, bedêla vê êrîşgeriyê zû yan dereng wê bidin. Ew nikarin bi van kiryarên hanê, tevgera gelê Kurd ji bo azadiyê bidin sekinandin, lê ew bi van kiryaran curmê xwe her mezintir û rûyên xwe reştir dikin.

Ez bi navê xwe, û navê hemû hevalên we silavên biratî ji we re rê dikim, û ji şehîdên we re rehmet û birîndaran re sihetê dixwazim.

Kemal Borkay

Serokê Weqfa Riya Azadî

11.09.2018