Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kemal Feroxî

13:13 - 3 Tebax 2014

H: Arif Vêlzî

Kemal Mihemedyarî naskirî bi Kemal Feroxî kurê Kuxa Mecîd, sala 1969’an(1348) li bajarê Mehabadê tê dinê.

Kemal Mihemedyarî derheq nasyariya xwe tevî PDKÎ weha dibêje: “Bavê min bi sedema beşdarî di tevgera salên 46 û 47’an heyamê 6 heyvan hatiye destbiserkirin û herweha Mela Mehmûd Zengene ku mêrê meta min e di salên 46 û 47’ê de hatiye şehîdkirin û herweha kur metê min wate kurê Mela Mehmûd Zengene kadrê Hêza Pêşewa bû û sala 1983’an(1362) şehîd ket, evana sedemên sereke bûn ku ez her di despêka zarokartiya xwe de PDKÎ bi başî nas bikim”.

Kemal Mihemedyarî herweha tevlîbûna xwe bi refên kadr û pêşmergên PDKÎ weha tîne ziman: “Sala 1987’an(1366) min peywendî bi refên teşkîlata nepenî a PDKÎ ve girt û min karê teşkîlatî dikir. Peywendiya min dewam kir heya di 22’ê Pûşpera sala 1369’an(1990) li gundê Qemtere ya ser bi bajarê Mehabadê min bi awayekê fermî xwe bi refên pêşmergên PDKÎ nasand û heya niha ji be sekinîn li ser pêşmergatiya xwe berdewam im û we her berdewam bimînim jî”.
Kemal Mihemedyarî di di deme pêşmergatiya xwe de basê birîndarketina xwe weha dike: “Sala 1995’an(1374) ez û şehîd Ehmed Zawekêwê tevî 4 hewalên din bona karê hizbî em çû derdora Mehabadê. Demjimêr 12’ê şevê em bi tirumbêlekê li kêleka mizgefta gundê Suncaqê de derbaz dibûn ku, ji nişkeve em ketin ber destrêja hêzên Komara îslamî ku di mizgeftê de xwe veşartibûn. Ez bi destrêja yekemîn ku hat ser me ji aliyê serê xwe ve birîndar ketim û min nekarî ku ji tirumbêlê peya bim, lê min kot hewalên xwe ku ji tirumbêlê derkevin û bersiva destrêjê bidin. Hewalên min peya bûn û di bersiva hêzên Komara Îslamî de 4 pasdar hatin kuştin û 2 jî birîndar ketin û bi vî awayî em ji kemînê derbaz bûn”.

Kemal Mihemedyarî roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tînr ziman: “Sala 1990’an(1369) 120 pêşmergên hêza Pêşewa li şeş rêyiya Mehmûdava, tevî hêzên Komara Îslamî ketin nava şerek giran de. Serbarê topbarana tev alî, hêzên Komara Îslamî nêzîkî 15 caran bi awayek berdewam êriş anîn ser me û me jî bi rih û can ber xwe dida, piştî 12 demjimêr şer û berxwedana berdewam hêzên Komara îslamî bezî û tevî zirarên zaf berbirû bû. Lê mixabin me jî di encama wî şerî de 2 şehîd û 4 birîndar dan.
Xweşiya wê rojê di vê de bû ku piştî 18 demjimêr şer û rê çûyînê em çûn malekê li gundê Mehmûdava. Xwediyê malê bi qasekê bi germî pêşwaziya me kir û nan û xawarin dan me ku mandîbûn û şerê giran di bîra me de nema. Xwediyê malê derheq wan pêşmergên şehîdkirî de, sersaxî didane me. Yanî moral û pêşwaziya xwediyê malê û xelkê deverê bi giştî bi qasekê bandor xistibû ser min ku, tu caran ew şer û dem ji bîra min naçin û herdem li pêşiya çavên min de derbas dibin”.

Kemal Mihemedyarî herweha roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Sala 1989’an(22’ê Pûşpera 1368) me li mala xwe li Bajarê Mehabadê RDKÎ girtibû û me çavnihêriya bernameya “Ême û Gwêgirekan” dikir, ji nêşkê ve di cihê bernameya navbirî de radyoyê marş lêxist, em heyrî man, piştî çend xulekan ragehand ku Dr. Qasimlo birîndar ketiye û piştre nûçeya şehîdketina wî belav kir. Tewahiya taxê me li bajarê Mehabadê tevlî hev bibû. Eva roja herî nexweş a jiyana min e û hevdem handerê min e ku li ser pêşmergatî û domandina rêbaza PDKÎ û şehîd Qasimlo berdewam bim”.

Kemal Mihemedyarî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 2000’ê(1379) min û Seyran Îzedî Keça Qdir Îzedî naskirî bi Qale Rîşe, soz evîndarî û jiyana hevpar bihevre da û di Havîna heman salî de li “Zewye sipî” binkeya wî çaxî a PDKÎ daweta xwe kir û jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me jî kur û keçek e”.
Kemal Mihemedyarî piştî nêzîk bi 25 sal pêşmergatiyê, çavnihêriya xwe derheq PDKÎ weha tîne ziman: “Çavnihêriya min tenê serkevtina PDKÎ’ê ye. Herçend ez di vê astê de ninim ku xwe tevî Dr.Qasimlo qiyas bikim, lê Dr.Qasimlo tewahiya îmkanatên roj û jiyana Ewrûpa bicih hêla û jiyana çiya hilbijart, ewa bi vê wateyê tê ku malê dinê kesatiyê nabexşe mirov. Lewra malê dinê bal min bê nirxe û ez şanaziyê bi derbazbûya xwe dikim û li ser soza xwe derheq şehîdên me û malbatên wan sor û berdewam im”.
Kemal Mihemedyarî bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez hêvî dikim ku xelkê Kurdistanê her weke berê bi piştevaniya ji PDKÎ serfirazî û şoreşvaniya xwe bidin selimandin û herweha daxwazê ji wan kesan dikim ku bi her awayekê ketibin telika hêzên Komara îslamî ku, her weke Rêzdar Kak Mistefa Hicrî ragehand, “destan ji bermaw xarin û zulmê bikişînin, her çaxî masiyê bigirî her taze ye” bi vî wateyî ku hêj ne direng e û vegerin. Jiber ku sibê PDKÎ’ê nine ku lêpirsînê ji ve dike, belkê eva xelkê Kurdistanê ye û ceza bide”.