Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kemal Xerazî: Îranê şiyana teknolojiya bo dirustkirina çeka navkî he ye

12:09 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2022

Tevî belavbûna daxuyaniya hevpar ya “Amerîka û Erebistanê”, Kemal Xerazî Serokê Şêwreya Stratîjîk yê Peywendiyên Derve yê rejîma Îranê di gotûbêja digel kanala “El-Cezîre” gotiye: “Ji ti kesî veşartî nine ku me şiyana çêkirina teknolojiya çeka navkî heye, lê biryara me ji bo vê mebestê nine”

Di demekê de berê serokê Ajansa Wize ya Navneteweyî gotibû ku, rejîma Îranê meyandina Oranyûmê gihîştandiye ji sedî 60, lê Kemal Xerazî behsa vê yekê dike ku heta çend rojên din Îranê dikare meyandina Oranyûmê 20 ji sedî bigihîjine bi 60 ji sedî û herwisa bi hêsanî dikare vê rêjeyî bo 90 ji sedî jî zêde bike.

Çend rojan berî niha “Riyaz û Waşîngton”ê lidijî bernameyên navkî yên rejîmê û aloziyên ku ji aliyê milîşên girêdayî vê rejîmê ve di herêmê de tên encam dan, daxuyaniyek hevpar belav kirin.