Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna dermanan di parêzgeha Urmiyê de canê nexweşan

12:15 - 5 Nîsan 2020

Kêmbûna dermanê “Talasêmî” di parêzgeha Urmiyê de canê nexweşan xistiye metirsiyê.

Roja Yekşemî 17`ê Xakelêwe, Berpirsa Giştî ya Encumena “Talasêmî” a parêzgeha Urmiyê, “Necîbe Selamet” got: “Piştî belavbûna vîrûsa Korona, nexweşên “Talasêmî” rastî pirsgirêkan hatine”.

Herwisa wê berpirsa rejîma Îranê bas kir, ku di rojên destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê de, pizîşkan bo 2 mehan derman bo wan nivîsîbûn lê nexweşên “Talasêmî” rastî pirsgirêkan bûne û piraniya wan nekarîne wan dermanan peyda bikin.

Nexweşiya “Talasêmî” nexweşiyeke domdirêj e û nirxa dermanên wê zaf girane û xercê pizîşk û ceribandingeh jî zêdetir bûye û daketina asta aborî ya xelkê Îranê bandoreke micid li ser dabînkirina derman û çareseriya pizîşkiyê heye.

Gelek caran şirketa “Bîme” a Îranê alîkariyê nade wan û di rewşa niha de bandoreke nerênî li ser hundirê nexweşan û herwisa malbatên wan daniye.

Pêka gotina pizîşkan pirsgirêkên civakî, aborî û hundirî bandoreke micid a nerênî li ser rewşa tenduristiya wan nexweşan heye.