Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna dermanên Ensolîn di nexweşxaneya bajarê Seqizê de bo nexweşan pirsgirêk afirandiye

13:20 - 28 Gulan 2020

Kêmbûna dermanê nexweşiya “Qend”ê an ku “Ensolîn” di bajarê Seqizê de nexweş rastî pirsgirêkên micid kirine û bûye cihê nigeraniya wan.

Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, dermanê Ensolînê bi tenê berdestê dermanxaneyên girêdayê xwe daniye û ew jî qasa hewce ya dermanê Ensolînê bi nexweşan re nadin.

Nexweşên wî bajarî bas kirine ku dermanxaneyên bijarte yên rejîmê, xwe ji dana dermanan bo xelkê xwe diparêzin û yan kêmtir ji qasa hewce ku pizîşkan daniye, dermanan bi wan re didin.

Xwaziyarên wergirtina Ensolînê, neçar in ji bo dabînkirina dermanê xwe dibe dubare nusxeyan dabîn bikin ku pereyeke zêde bo xerc dikin û dermanxaneyan jî bi wan re gotine ku, bi fermana berpirsên rejîmê, xwe ji dana qasa temam a wî dermanî diparêzin.

Kêmbûna Ensolînê di dermanxaneyan de di rewşekê de ye ku, Wezaretya Tendurîstî ya rejîma Îranê bas kiribû ku, me ti pirsgirêkek li ser terxankirina dermanê Ensolînê tinîne û Ensolîna hewce di bersest de heye.

Herwisa li ser wê mijarê, di bajarê Selmasê de, kêmbûna emrazê diyalîz û cihê hewce bo wan emrazan û nexweşan heye û nexweşên ku hewceyî bi emrazê Diyalîzê hene ,rastî pirsgirêkan hatine .

Li bajarê Selmasê, zêdetir ji 105 nexweşên Diyalîzî hene û berpirsên rejîma Îranê ew piştguh avêtine û bi xemsarî û kêmkarî di sazkirina bîna û emrazên hewce bi canê nexweşan re dilîzin.